Blinken: ‘Normalîzebûna Îsraîlê ya bi Erebistana Siûdî re girêdayî agirbesta li Xezeyê ye’

Blinken: ‘Normalîzebûna Îsraîlê ya bi Erebistana Siûdî re girêdayî agirbesta li Xezeyê ye’

PeyamaKurd - Wezîrê Derviş yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand, "Normalîzebûna Îsraîlê bi Erebistana Siûdî re girêdayî agirbesta li Xezeyê ye."

Televizyona Kanal 13 ya Îsraîlê hûrgiliyên hevdîtinên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Blinken yên li Tel Avîvê digel lîderên siyasî belav kir.

Hat ragihandin ku Blinken di hevdîtinê de hişyarî daye, heke digel Xezeyê normalîzebûn çênebe, ewê digel Erebistana Siûdiyê jî çênebe.

Blinken ji rayedarên Îsraîlî re gotiye, pencereya normalîzebûnê sînordar û mawekurt e û wiha axivî ye: "Heke Îsraîl dixwaze digel Erebistana Siûdiyê bigihîje normalîzebûnê, divê demildest li Xezeyê jî agirbestê pêk bîne."

Herwiha Blinken hişyarî daye ku wê operasyona leşkerî ya dijî bajarê Refahê zirarê bide normalîzebûnê.

Blinken ji bo peymana bi Hemasê re jî hewl dide rayedarên Îsraîlî razî bike.