PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) ragihand ku di encama teqekirina hêzên rejîma Sûriyê de li Îdlibê 2 leşkerên Tirkiyê can dane û 6 leşker jî birîndar bûne
Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) li ser malpera xwe bi daxuyaniye nivîskî ragihand ku, di encama teqekirina hêzên rejîma Sûriyê de li parêzgeha Îdlibê, 2 leşkerên Tirkiyê can dane û 6 leşker jî birîndar bûne.
Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe diyar kir ku ji destpêkê û heya niha 3 balafir, 8 helîkopter, 3 NHB, 151 tank, 8 pergalên parastina hewayî û 3138 unsûrên rejîmê hatin berterefkirin.
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar 1ê Adarê li ser şer û pevçûnên li Idlibê ragihandibû, “Niyeteke me ya ku em û Rûsya li Idlibê rûbirûyî hev bibin nîne.” Herwiha Akar ragihandibû ku wan navê êrîşa ser rejîma Sûriyê ya piştî kuştina 36 leşkerên wan wekî Operasyona Biharê daniye û niha jî bi awayekî serkeftî berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin