Borrell: “Kengê di destê Îsraîlê de bombe tine be, wê raweste”

Borrell: “Kengê di destê Îsraîlê de bombe tine be, wê raweste”

PeyamaKurd – Nûnerê Bilind yê Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borrell bertekê nîşanê kiryarên Îsraîlê da û rexne li lîderên YEyê girt ku çima nakevin nav tevgerê û got:

“Kengê di destê Îsraîlê de bombe tine be wê raweste. Li hemberê pêşdeçûnên li Rojhilata Navîn Yekîtiya Ewrûpayê perçe bûye.”

Borrell, daxwuyaniya xwe li payîtexta Îspanyayê li Madrîdê di wexta bi wezîrê karên derve yê Îspanyayê bi Jose Manuel Albares re berya hevdîtin bike ragihand.

Borrell li ser lîderên YEyê ku çima ji bo Xezzayê nakevin nav tevgerê jî weha got:

“Dema hinek hemkarên me dibêjin ‘Li Xezzayê mirin gelek zêde ye, heyf!’, pirsa ku divê mirov bipirse ev e: Çend kes zêde ne? Ji bo mirov bikeve nav tevgerê divê em li benda mirina 50 hezar kesî bin?

Eger çend welat ji bo naskirina dewleta Fîlîstînê gav bavêjin, ez bawerim wê gelek welat gav bavêjin. Kesên bi çareseriya du dewletan bawerin, divê ji axaftinê wêdetir gavan bavêjin.”

Îspanya ji bo naskirina dewleta Fîlîstînê xebatên lobiyê dimeşîne û dewletên weka İrlanda, Slovenya, Malta û Norveç destekê didin mijarê. Li gor çapemeniya Îspanyayê; tê gotin ku wê di 21ê Adarê de Îspanya û Îrlanda dewleta Fîlîstînê nas bikin û Slovenya jî plan dike ku heya 13ê Hezîranê Fîlîstînê nas bike.