PeyamaKurd- Balafira aîdê Tirkiyê ya THY di dema ji Îstendolê diçû New Yorkê, 45 deqe berya ku xwe deyne balafirgehê, hewa jor guherî û lerz ket balafirê û hewa li hev guherî ku di zimanê wan de jê re dibêjin turbulans.
Di encamê de balafir karibû xwe bi rihetî deyne balafirgehê û mirî çênebûn. Bes 30 kes ji ciyên xwe yên cuda birîndar bûn. 4 kesan birin nexweşxanê. Yek ji xebatkarên balafirê çîmê wî şikest. Yên mayî birînên wan biçûkin.
Rêvebirê balafirgehê Steve Coleman ragihand ku berya balafir deyne bi 45 deqeyan turbulans jiyaye,4 ji birîndaran hatine şandin bo navneda tibê ya ya Jamaika û nexweşxaneya Queensê. Kesên birînên wan biçûkin wan balafirxanê tedawî kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin