Brîtanya amadekariya xistina lîsteya terorê ya Pasdarên Îranê dike

Brîtanya amadekariya xistina lîsteya terorê ya Pasdarên Îranê dike

PeyamaKurd - Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ragihand ku hikûmeta wî dê di rûniştina bê ya parlamentoyê de pêşniyareke yasayî pêşkêş bike daku Supaya Pasdarên Îranê bixe nava lîsteya "rêxistinên qedexekirî û terorîstî".

Starmer, dema serdana kilîseyeke ku rastî êrîşê hatibû nîgeraniya xwe ya kûr derbarê zêdebûna êrîşên ji aliyê Tehranê ve anîbû ziman.

Hêjayî gotinê ye, ev pêngava yasayî wekî bersivekê li dijî çalakiyên Îranê yên li derveyî sînoran û gefên li ser ewlehiya navdewletî tê nirxandin.

Hikûmeta Brîtanyayê bi pejirandina vê qanûna nû re hewl dide rê ji bo naskirina fermî ya Supaya Pasdaran wekî "komeke terorîstî" veke. Ev biryar piştî zêdebûna zextên navxweyî û navdewletî tê ku daxwaz dikin London helwesteke tundtir li hember gefên Komara Îslamî ya Îranê nîşan bide.