PeyamaKurd – Li Tirkiyê di van demên dawî de, her çiqas biryarek li ser hilbijartineke pêşwext nehatiye dayîn jî nîqaş û gengeşeyên li ser hilbijartinan zêde bûne ku hem partiyên deshilatê AKP-MHP û yên opozisyonê CHP, HDP û Iyi Partî û partiyên din ên nû hatine damezirandin wekî ku hilbijartinên nêzîk e daxuyaniyan didin.
Di vê çarçoveyê de Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan, li avahiya partiya xwe ya bajarê Qersê, derbarê tifaqên hilbijartinê de ragihand ku deriyê partiya wan ji hemû partî û hêzên muxalif ên dixwazin îtîfaqê ava bikin re vekirî ye, lê ji ber ku gel naxwaze ew tifaqên li pişt deriyan qebûl nakin.
Pervîn Buldan, li ser xistina parlamentarên HDPê û berdana ji girtîgehê ya parlamentarê CHPê got: "Wekilê CHPê Enis Berberoglu ji ber şewba vîrusê tahliye kirin. Lê Leyla Guven û Musa Farisoğullari bernedan. Ev bê edaletî û ne wekhevî ye. Hêj Leyla Guven, Musa Farisogullari, Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdağ, Sebahat Tuncel û wekîlên din jî girtî ne. Li dijî HDPê hiqûqek din heye. Vîrûs li girtîgehan cudakariya navbera girtiyên edlî û siyasî de nake. Vîrûs cudakariya HDPî û CHPiyan nake. Lê eger wijdan, demokrasî û edalet hebe divê bilez hevalên me yên girtî serbest bên berdan."
Buldan li ser tifaqa hilbijartinê bi partiyên din ên Tirkiyê re jî wiha axivî: "Yên dixwazin wê bên û yên dixwazin nayên. HDP li pişt deriyan niqaşên îtîfaqê nake. Gel îtîfaqa girtî qebûl nake. Deriyê me ji hamû partiyên werin muxalefetê bikin re vekirî ye. Hemû kesên werin muxalefetê bikin û re vekirî ye. Em ê li dijî faşizmê û polîtikayên tundiyê têkoşîna xwe ya demokratîk bilind bikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin