PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dîyar kir ku ger Amerîka li dijî wan gavên neyên’ biavêje ew ê jî bersîvê bidin.
Mevlut Çavuoşoglu ser kirîna pergalên parastina hewayî S-400 ji Rûsya da zanîn ku NATO nikare wan biparêze, “Emê sekna xwe bo azadî û serxwebûna xwe bidomînin.”
Çavuşoglu bi berdewamî dîyar kir ku Yekîtîya Ewrupa (YE) dijî helwesta Amerîka ya li hember Tirkîyê ye.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê radigihîne ku piştî gotinên Çavuşoglu lîraya Tirkîyê li hember dolara Amerîkî daketiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin