‘Cekdarên alîgirên Tirkiyê ‘Hovên Adem in’, talan û kustinê dikin’

‘Cekdarên alîgirên Tirkiyê ‘Hovên Adem in’, talan û kustinê dikin’

PeyamaKurd - Rojnameya El-Ereb li ser bûyera bi telefonê agahdarkirin ji aliyê qatilê kurê xwe ve ya dayika koçber a Serêkaniyê raportek belav kiriye û dibêje, “Çekdarên ku alîgirên Tirkiyê ne, Hovên Adem in û talan û kuştinê dikin.”

Di raportê de tê gotin: "Şara Şêdo ya koçber ji Serêkaniyê nameya ku bi rêya telefonê jê re hatiye, vekir ku wêneyê kurê xwe di nava xwînê de maye tevî perspektîfên "were cenazeyê kurê xwe bibe" dît."

Rojname dibêje, "Jina Kurd a ku ji ber êrişên dewleta Tirk di Cotmeha borî de koçberî avahiyeke hilweşiyayî li Qamişloyê bûye, got kurê min bi xwînsarî kuştiye. Piştre li telefona xwe vegerî ku wêneya çeteyekî ji komên Sûriyê yên alîgirê Enqereyê dît ku bi kuştina kurê wê Rêzan (38) îtîraf kir. Koçbera ji Serêkaniyê (65) got ku wî hovî kurê min ê xweşik kuşt."

Rêzan piştî dagirkirina Serêkaniyê tevî 3 hevalên xwe ji bo malên xwe çavdêr bikin û hin cilên zarokan bînin, çûne bajêr. Lê beriya ku bigihîjin bajêr erebeya wan bûye armanca çekdaran û hatine kuştin.

El-Ereb di berdewamê de jî diyar dike, "Dewleta Tirk bi hedefa dûrxistina şervanên Kurd û avakirina "herêma ewle" û vegerandina 3 milyon koçberên Sûriyê li herêmê, êrîşên xwe rewa dike. Lê Kurd wê bi hewldana guhertina demografiya herêmê, tawanbar dikin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin