CENTCOMê ragihand: Tankera petrolê ya Îranê hat binavkirin

CENTCOMê ragihand: Tankera petrolê ya Îranê hat binavkirin

PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) da xuyakirin ku tankereke petrolê ya Îranê ya bi navê "M/T Kylo" ku berê ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatibû lêdan, li Bendava Omanê bin av bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev tanker jî tevlî "rêza keştiyên bin avî yên Îranê" bûye.

Ev bûyer di demekê de pêk tê ku alozî û şerê li herêmê, bi taybetî li herêma Tengava Hurmizê û derdora wê, bandoreke mezin li ser seyrûsefera deryayî û hinardekirina enerjiyê dike û tansiyona di navbera Washington û Tehranê de digihîne asteke herî bilind.