PeyamaKurd – Artêşa Tirkî, gule ber bi gundê Banokiya yê Girkê Legê ve reşand û di encamê de welatiyek bi giranî birîndar bû.
Li gor zanyariyan, do êvarî gule ber bi gundê Banokiya yê bi ser Girkê Legê ve reşandin û di encamê de, welatiyê bi navê Elî ku şivanê pez e û ji Til Hemîsê ye, bi giranî birîndar bû û Elî rakirin nexweşxaneya Dêrikê.
Li gorî agahiyên tenduristiyê, gule li pişta Elî ketiye û derbasî kezeba reş bûye û rewşa wî ne baş e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin