Çima ku got, 'Tirkiye li dijî Kurdan ser dike' ji bo Tanrikulu lêpirsîn dan destpêkirin

Çima ku got, 'Tirkiye li dijî Kurdan ser dike' ji bo Tanrikulu lêpirsîn dan destpêkirin

PeyamaKurd - Parlamentarê CHPê yê Kurd û parêzerê çalakvanê mafên mirovan Sezgîn Tanrikulu çima ku gotibû, 'Tirkiye li dijî Kurdan şer daye destpêkirin' serdozgeriya Enqerê kete tevgerê.

Serdozgeriya Enqere ya Tirkiyê, derbarê Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Sezgîn Tanrikulu de, bi hinceta ku li dijî êrîşa Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê derketiye, lêpirsîn da destpêkirin.

Sezgîn Tanrikulu derbarê êrîşên Tirkiyê û komên çekdar ên ser Rojava de gotibû, “Divê hikûmet bizane; ev şerekî neheq e û şerekî li hemberî Kurdan e.”

Tanrikulu ev çend roj in rastî bertekên tund ên nijadperestên tirk tê ku ji aliyê civaka Kurd ve jî li ser medya civakî piştgiriyeke xurt bo wî hatibû dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin