PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi, bi hemkarê xwe yê Erebîstana Siûdî Feysel Bin Ferhan El Siûd re bi têlefonê axivî û diyar kir ku êrîşên Îsraîlê ji çarçoveya xweparastina rewa derketine.
Di derbarê axaftina herdu wezîran de ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Çînê ve daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin:
“Wezîrê Karên Derve Wang Yî, bi Wezîrê Karên Derve yê Erebîstana Siûdî Feysel re bi telefonê axivî. Wang Yi got ku Çîn li dijî hemû kiryarên ku zirarê didin sivîlan e ji ber ku wijdana bingehîn a mirovî û pîvanên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî binpê dikin, ew Îsraîlê şermezar dikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin