Namzetê HDPê yê Pirsûsê hate binçavkirin!

Namzetê HDPê yê Pirsûsê hate binçavkirin!

PeyamaKurd- Li navçeya Rihayê ya bi navê Pirsûsê di lêpirsînê de 19 kes hatin binçavkirin. Bi wan re namzetê HDPê yê Rihayê İsmanil Kaplan jî hate binçavkirin.

Pêr li navçeya Rihayê ya bi navê Pirsûsê di navbera alîgirên HDPê û yên AKPê de şer deketibû û 4 kes hatibûn kuştin û 8 kes jî birîndar bûbûn. Ji van 4 kesên kuştî 3 HDPyî bûn û yek jê birayê wekîlê AKPê bû.

Piştî van bûyeran lêpirsîn hate destpêkirin û heta niha 19 kes hatin binçavkirin. Li gorî medyaya Kurdî namzetê HDPê yê Pirsûsê İsmanil Kaplan jî hate binçavkirin.

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu; Îsmaîl Kaplan wekî hedef nîşan dabû û gotibû ku têkiliya wî bi PKKê re heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin