PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo koça dawî ya Pêşmergeyê Îlon û Gulanê Ekrem Sofî peyameke serxweşiyê belav kir.
Di peyama xwe de Serokwezîr da zanîn: “Bi mixabinî ve min nûçeya koça dawiyê ya kesayetiya niştimanperwer a Hewlêrê û Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlon û Gulan Ekrem Sofî bihîst. Ez serexweşiyên xwe pêşkêşî binemala wî dikim.”
Herwiha di berdewamiya peyama xwe de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û aramiyê bide malbat û hevalên wî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin