PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Tirkiyê, tabloya 16ê Gulanê ya 24 saetên dawî ya rewşa vîrusa koronayê li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê eşkere kir.
Li gorî amarên wezaretê belav kirine, di 24 saetên borî de 223 kesên din bi koronayê mirine û 10 hezar û 512 pêketiyên nû hatine tomarkirin.
Herwiha hat eşkere kirin ku hejmara pêketiyan ji destpêkê heta niha gihîştiye 5 milyon û 117 hezar û 374 kesan û hejmara mirinan jî bûye 44 hezar û 760 kes.

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin