PeyamaKurd - Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê ku biryar bû îro Çarşemê li ser vekirina deriyê dubare xwe namzedkirina hilbijartinên serokomariya Iraqê civîna xwe ya bo biryardana wê mijarê bi paş xist.
Dadgeha Federalî ya Iraqê di civîna îro 23yê Sibatê de, civîna bo dubare xwe namzedkirina bo postê Serokomariya Iraqê ji bo 1ê Adara 2022yan bi paş xist.
Encûmena Nûnerên Iraqê di rûniştina 7ê Sibatê de, diviyabû ji bo hilbijartina namzedê serokomariyê bide, lê ji ber ku piraniya aliyên siyasî beşdarî rûniştinê nebûn hilbijartina serokomar hat paşxistin û rêya xwe namzedkirinê ji nû ve hatibû vekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin