Daxwaza Selahattin Demirtas dîsa hate redkirin!

Daxwaza Selahattin Demirtas dîsa hate redkirin!

PeyamaKurd- Berî niha parêzerên Selahattin Demirtaş ji bo ku Demirtaş were berdan, serî li dadgehê dabû. Lêbelê daxwaza parêzeran hatibû redkirin.

Piştî vê yekê parêzerên Selahattin Demirtaş serî li dadgeha bilind dan. Lê belê vê carê jî daxwaza texliyekirina Selahattin Demirtaş hate redkirin.

Daxwaza Selahattin Demirtaş ji aliyê Dadgeha Cezayên Giran ya 19emîn ya Enqerê ve, ji ber sûcdarkirina rêvebirirya rêxistina terorî hatibû redkirin.

Selahattin Demirtaş ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê namzetê HDPê yê Serokomariya Tirkiyê ye û ev nêzîkî 2 salan e ku di girtîgeha Edirneyê de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin