Demirtas ji dozekê beraet kir

Demirtas ji dozekê beraet kir

PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku ji 4ê Mijdara sala 2016an ve girtî ye û digel biryarên berdanê yên hin dadgehên Tirkiyê û Dadgeha Ewropayê jî nehatiye berdan, ji dozeke ku li ser hatibû vekirin beraet kir.

Di 12emîn rûniştina doza Selahattin Demirtaş a bi hinceta ‘Heqaret li erkdarê cemaweriyê kiriye’ hatibû vekirin, dadgehê biryara beraeta Demîrtaş da û doz hilweşand.

Parêzerê Demîrtaş Mehmet Sertaç Kayar û Mevlut Guneş ku di danişîna dadgehê de amade bûn. Dozger xwest ku Demîrtaş di navbera 1û 3 salan de bê cezakirin, lê belê heyeta dadgehê piştî parastina parêzeran û mutalaya dozger biryar da û daxwaza dozger red kir.

Heyeta dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku ti tawanek pêk nehatiye û biryar da Demîrtaş ji wê dozê beraet bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin