PeyamaKurd - Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku di sala 2019an de ji ser Tirkiyê 46 hezar û 546 koçberan xwe gihandine welatên Ewropayê.
Di rapora ku Komisyona Yekîtiya Ewropayê derbarê koça koçberan de belav kiriye de tê ragihandin, ji 1ê Çileya 2019an heta 30yê Îlona 2019an ji Tirkiyê 46 hezar û 546 koçberan xwe gihandine welatên Ewropayê.
Li gorî raporê ev hejmar li gorî sala derbasbûyî ji sedî 23 zêde bûye ku sala borî, 37 hezar û 837 koçber zêde bûne.
Di raporê de tê diyarkirin ku ew koçber heta asteke bilind hewl didin xwe bighînin Yunanîstanê, piştî wê jî welatên wek Bulgarîstan û Îtalya tên.
Hêjayî gotinê ye, piraniya koçberên ku hewl dane xwe bi ser Tirkiyê re bighînin welatên Ewropayê, welatiyên Afganistan, Sûriye û hin welatên din in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin