Di êrîsa bombeyî de 3 leskerên Fransayê mirin

Di êrîsa bombeyî de 3 leskerên Fransayê mirin

PeyamaKurd – Li welatê Maliyê leşkerên Fransayê yên di çarçoveya operasyona Barkhane de wezîfe dikin, bo ser wan êrîşeka bombeyî hat kirin û di encamê de 3 leşkerên Fransayê mirin.

Li gor ragihandina Koşka Elysee yê ya serokatiya Fransayê; li welatê Mali yê li devera Homboriyê alava zirxî ya Fransayê ku cîh digirt, bû hedefa bombeya destî. Piştî teqînê 3 leşker mirin û serokê Fransayê Emmanuel Macron sersaxiyê da malbatên leşkeran. Li gor ragihandina wezareta bergiriyê ya Fransayê bûyer serê sibê çêbûye.

Fransa, di çarçoveya Operasyona Barkhaneyê de ya di sala 2014 an de li Herêma Sahelê ku welatên Moritanya, Mali, Burkina Faso, Nijer û Çad di herêmê de ne, 5 hezar û 100 leşker wezîfedar kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin