PeyamaKurd – Li dewleta Tacikistanê di wexta pîrozbahiya Newrozê de rêxistinên terorî plan kirine ku li bajarên Duşabe û Wehdetê êrîşan bikin lê hêzên asayîşê agahiyan sitendine ku dê êrîş bikin ser ahengan.
Li ser agahiyê 15 kesên gumanbar hatine desteserkirin. Desteserkirin berya 22ê Adarê bûye û nayê zanîn bê têkiliya wan bi bûyera Moskovayê ya ser hola konserê ya bi navê "Crocus City Hall" heye an tine ye.
Yekîneyên asayîşa emniyetê yên Tacikistanê berya êrîşa Moskovayê 9 kesan girtine ku îqama wan li bajarê Wehdetê bû ye.
Hatibû îdîa kirin ku tekiliya wan bi DEAŞê re heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin