Di rabûna lehiya Bakûrê Hindistanê de jimara miriyan giha 61 kesî

Di rabûna lehiya Bakûrê Hindistanê de jimara miriyan giha 61 kesî

PeyamaKurd – Li Bakûrê Hindistanê li eyaleta Assamê bi sedema barana xwurt lehî rabû û jimara kesên ji ber lehiyê mirin giha 61 kesî.

Li gor agahiya Hindustan Timesê; rêvebiriya afatê ya Assamê (ASDMA) li ser baranê û rabûna lehiyê agahiyan da. Di agahiyê de hat gotin ku di rabûna lehiyê de 14 kes mirine û bi miriyên do re jimara miriyan gihaye 61 kesî.

Li Başûrê Asyayê di navbera mehên Hezîran-Êlûnê de, li welatên herêmê bobelatên xwezayî çêdibin û dibin sedema qezayên xwezayî.