Di wexta otomobil di rêya xwe de diçû, ji jor de zinar ketin serê û 13 kes mirin

Di wexta otomobil di rêya xwe de diçû, ji jor de zinar ketin serê û 13 kes mirin

PeyamaKurd – Li Hindistanê bi barîna musona re, gelek felaket encam didin. Îro li eyaleta Himachal Pradeşê, dema otomobîlekî di rêya xwe de diçû, ji jor de zinarên ku gêrû bûn, bi ser otomobîlekî ku di rêya xwe de diçû ketin. Di encamê de 13 kes mirin ku di nava wan de bebekekî 6 mehî heye.

Rûdana xwezayî li devera Lahaul-Spiti li ser rêya Udaipur-Killarê, li devera Kadu Nalayê, dema otomobîla tîpa "Tata Sumo" di rêya xwe de diçû, zinar gerî ser otomobîlê bûn û kesên di otomobîlê de bûn, di bin zinaran de perçixîn.

Berya zinar bi ser otomobîlê de bikevin, 2 kes jî xwe ji otomobîlê davêjin û rizgar dibin.

Piştî qeza xwezayî, polîs û tîmên pêwendîdar gihane ciyê bûyerê û dîtin ku 13 kes can dane. Rayedar, herêmê weka herêma heyelanê ragihandin. Rayedar agahiyan dan xelkê ku heya mecbûr nebin, bila rêya şiya bikar neynin.

Otomobîlên tîpa Tata Sumo herî zêde dikarin 10 rêwiyan hilgirin lê xwuyaye ku ajotvan di ser şiyanên xwe de rêwiyan girtiye.