DMMEyê hemû dozên dijî operasyona Efrînê red kir

DMMEyê hemû dozên dijî operasyona Efrînê red kir

PeyamaKurd - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dozên ku li dijî operasyona Tirkiyê ya bi ser Efrînê de li dijî Tirkiyê hatibûn vekirin, red kir.

Dadgehê serlêdanên hatine kirin, bi hinceta ku ‘hîn hiqûqa navxweyî ya Tirkiyê ew doz bi encam nekirine’, biryara redkirinê wergirt.

Li gor medya ewropî hat diyarkirin ku derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên operasyona Efrînê de, di navbera 23 Tîrmeh û 18ê Îlonê de, 21 daxwaznameyên dozê gihîştine Navenda DMMEyê ya li Strasbûrgê.

Hat ragihandin ku DMMEyê li hemû daxwaznameyên hatine nihêrtiye û bi biryarên xwe yên 20ê Îlonê, 4ê Cotmehê û 18ê Cotmehê ji bo wan dosyeyan biryara redkirinê daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin