PDKê dema berbijêrbûna Nêçîrvan Barzanî bo seroktiyê eskere kir

PDKê dema berbijêrbûna Nêçîrvan Barzanî bo seroktiyê eskere kir

PeyamaKurd - Serokê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Kurdistanê Omîd Xoşnav ragihand ku wê hefteya pêşiya me bi awayekî fermî navê berbijêrên xwe bidin Serokatiya Parlementoya Kurdistanê.

 Omîd Xoşnaw ji medya Kurdistanê re got, “Ez wisa bawer dikim hefteya dahatu wê parlemento deriyê xwe bo kandîdkirina navên serokatiya Herêma Kurdistanê veke.”

Xoşnaw da zanîn ku wê PDK hefteya dahatu bi awayekî fermî Nêçîrvan Barzanî ji bo posta serokatiya Herêma Kurdistanê bike berbijêr.

Herwiha hat diyarkirin ku dê herî dereng heta du hefteyan serokê Herêma Kurdistanê bê hilbijartin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin