Rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin: 905 kes pê ketin, 691 kes bas bûn

Rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin: 905 kes pê ketin, 691 kes bas bûn

PeyamaKurd - Wezareta Tendurustiya Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 905 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya îro Çarşemê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 905 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 243 kes li Hewlêrê, 246 kes li Silêmaniyê, 395 kes li Duhokê û 21 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Duhokê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 691 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 86 kes li Hewlêrê, 224 kes li Silêmaniyê, 354 kes li Duhokê, 1 kes lı Helebceyê, 25 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Bi van hejmarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê bû 191 hezar û 290 kes, ya mirinan bû 4 hezar û 561 kes û heta niha 177 hezar û 901 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin