Li Kerkûkê 7 kesên din bi koronayê ketine

Li Kerkûkê 7 kesên din bi koronayê ketine

PeyamaKurd - Hejmara haletên tûşbûyî yên Koronayê li Kerkûkê zêdetir dibe. Fermangeha Tendirustiya Kerkûkê aşkere kir 7 kesên din li bi nexweşiya vîrusa koronayê (Covid-19) ketine.

Îro roja înê (01.05.2020) Berdevkê Fermangeha Tendirustiya Kerkûkê Saman Yabe aşkere kir li Kerkûkê 7 kesên din bi nexweşiya koronayê (Covid-19) ketine. 

Her wiha ew berpirsê Fermangeha Tendirustiyê Saman Yabe ragihand ew nexweşên taxa Penca Elî ya Kerkûkê ne.

Di berdewamiyê jî Saman Yabe da zanîn hejmara nexweşên koronayê li Kerkûkê bûye 40 kes û niha 12 kes niha li nexweşxanê ne û 2 kesan jî ji ber vîrusa koronayê koça dawî kiriye û nexweşên din jî bi temamî ji wê vîrusê rizgar bûne û çûne malên xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin