Amerîka bi ENKS û Muxalefeta Sûrî re hevdîtinan kir

Amerîka bi ENKS û Muxalefeta Sûrî re hevdîtinan kir

PeyamaKurd- Heyeteka Amerîkayê li Îstenbolê bi muxalefeta Sûriyê re û heyeteka dinê li Kobaniyê bi ENKS ê re hevdîtin kir. Di heyeta Amerîka ya li Îstenbolê de cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê ku temsîlkarê taybet yê Sûriyê ye Joel Reborn hebû. Di rêvebiriya muxalefetê de ENKS jî heye. Ragihandina mijarên hevdîtinê ji aliyê cîgirê serokê muxalefetê de ji aliyê Abdulbasit Hemo de bo Rûdawê hat kirin.

Hemo ragihand ku mijarên li ser axifîne; “herêma ewlekar” û hevdîtinên ku Amerîka bi Tirkiyê, HSD û dewletên koalîsyonê re kirine û encama hevdîtinan gotûbêj kirine. Heyeta Amerîka bo wan ragihandiye ku wê Amerîka ji Sûriyê vekişe. Heyet bo mijara pêşmergeyên Roj gotiye ku wê di nêzde bi ENKS ê re hevdîtinekî taybet bike û bixwaze ku ENKS rola xwe bileyîze.

Her weha li Kobaniyê jî şêwirmendê hêzên koalîsyonê yê Sûriyê Wilham Robak bi heyeta xwe ve li baregeha Amerîkayê bi heyeta ENKS ê re hevdîtin kiriye. Mijara civîna wan car din li ser “herêma ewlekar” bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin