DYA: 2 Îraniyên ku derîyasayî ji Xamaneyî re pare şandine li xwe mikur hatin

DYA: 2 Îraniyên ku derîyasayî ji Xamaneyî re pare şandine li xwe mikur hatin

PeyamaKurd - Wezareta Dadê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku li Parêzgeha Teksasê, 2 kesên bi navê Muzammil Zeydî û Asim Neqwî ku bi tawanbariya bi awayekî deryasayî ji DYAyê ji bo rejîma Îranê bi deh hezaran dolar pare şandine hatibûn girtin, li tawanên xwe mikur hatine.

Wezaretê ragihand ku ev her du kesan, di navbera salên 2018 û 2019an de, di bin navê ‘alîkariya ji gelê Yemenê re’ ji nûsîngeha rêberê olî yê rejîma Îranê Elî Xamaneyî re fÎnansê araste kirine.

Wezareta Dadê ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe ya di derbarê vê dozê de ragihand ku her dû kesên Îranî Muzammil Zeydî û Asim Neqwî bi binpêkirina Yasaya Hêzên Aborî yên Navneteweyî (IEEPA) hatine darizandin û diyar kir ku her dû jî li tawanên xwe mikur hatine.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Dadê ya DYAyê de hatiye destnîşankirin ku li gorî belgeyên ku hatine ber destê dadgehê, Muzammil Zeydî û Asim Neqwî rê li ber şandina van pareyan a ji DYAyê berew Îranê vekirine û ev pare gihîştine Nûsîngeha Elî Xamaneyî.

Di daxuyaniyê de her wiha hatiye diyarkirin ku Zeydî û Neqwî bang li hemû nas, heval, endamên malbatê û hevkarên xwe yên din kirine ku pareyên ji 10 hezar dolaran zêdetir, bi derveyî yasayên DYAyê, bi rêyên ku ew pêşniyaz dikin veguhezînin Îranê da ku ji hêla yasayî ve neyên girtin.