“Eger di destê hinekan de fuzeyên nukleerî hebin wê di destê min de jî hebin”

“Eger di destê hinekan de fuzeyên nukleerî hebin wê di destê min de jî hebin”

PeyamaKurd- Serokkomarê Tirkiyê Erdoğan di ‘Form a Aborî ya Anedola Navîn’ de, li ser gelek mijaran axifî û di mijara fuzeyên nukleerî de got ku nabe di destê hinekan de fuzeyên nukleerî hebin lê di destê min de tinebin û got ku ew vêya qebûl nake. Form a ku li bajarê Sêwasê ya aborî hat lidarxistin, bi sedema 100 saliya kongreya Sêwasê ku di sala 1919an de hatibû kirin, di salvegera wê de hat kirin.

Erdoğan got ku ew di sanayiya bergiriyê de bi serbilindî gav davêjin. Gavên ku davêjin di dîroka komarê de nehatine avêtin. Bo mirov bigihê asta medeniyeta hevçerx, divê mirov ne bi gotinan lê bi kiryaran bike.

Erdoğan di mijara ‘dronên bi çek’ de got ku di nav du mehan de wê wan jî çêbikin. Van tiştan ji ber xwe ve çênebûn. Wê ezma te hebe û bi biryar bî. Aboriya xurt û dewleta xurt. Erdoğan li dijî faîza zêde jî derket û got ku niha faîz dikevin û dê bêhtir bikevin.

Erdoğan behsa avakirina nexweşxaneyan kir û got ku wan di avakirina nexweşxaneyan de şoreşekî kirine. Li ti welatî ew çend nexweşxaneyên berfireh tine ne. Divê Tirkiye bi pêş bikeve û nisbeta wê nekeve binê % 5 ê. Ev hedefa Tirkiyê ya 2020 ê ye. Erdoğan behsa bipêşxistina teknolojiyê kir ku wan teknolojiyê bipêş xistiye û dê hê jî bipêş bixin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin