PeyamaKurd- Balyozê Rûsyayê yê li paytextê Îsraîlê Tel Avîvê Anatoly Viktorov got ku Moskow ji Îranê re nabêje, divê hûn ji Sûriyê derkevin.
Anatoly Viktorov ji televîzyoneke Îsraîlê re axivî û daxuyaniyên girîng dan. Viktorov wiha got: “Rûsya ji bo Îran ji Sûriyê derkeve, dikare hewl bide ku Îranê qaîl bike. Lê belê zorê nadiyê.
Viktorov wiha berdewam kir: “Serokomarê Rûsyanê Vladimir Putin di 11ê Temûzê de bi Serokwezîrê Îsraîlê re hevdîtinek pêk anî û jê re got ku em ê berjewendiyên Îsraîlê li ber çavên xwe bigirin. Heke bi Îsraîlê re li ser Kêlên Golanê levhatinek çêbibe, em ê bixwazin ku li aliyê Sûriyê, tenê leşkerên Sûriyê bimînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin