Encumena Nûneran a DYAyê pêşnûmayasaya frehkirina têgeha 'antîsemîtîzm'ê pesend kir

Encumena Nûneran a DYAyê pêşnûmayasaya frehkirina têgeha 'antîsemîtîzm'ê pesend kir

PeyamaKurd - Ajansa Nûçeyan a Fransî (AFP) ragihand ku Encumena Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) duh, piştî ku xwepêşandanên ji bo piştgiriya Filistînê li seranserê welêt belav bûn, pêşnûmayasaya bi navê 'Yasaya Hişyariya Antîsemîtîzmê’ ya ku Yekîtiya Bîranîna Holokostê ya Navneteweyî (IHRA) ya Wezareta Perwerdehiyê jî pêşniyaz kiribû pesend kir.

Hin siyasetmedarên DYAyî, kesên beşdarî xwepêşandanên alîgiriya Filistînê yên ku li zanîngehên welêt têne lidarxistin bi antîsemîtîzmê tawanbar dikin û di xwepêşandanan de avêtina drûşmên li dijî Îsraîlê jî wek dûpata vê yekê nîşan didin.

Encumena Nûneran bi dengên nûnerên her du partiyan; Partiya Komarparêz û Partiya Demokrat, pêşnûmeya ku ji aliyê IHRAyê ve têgeha ‘antîsemîtîzm’ê wek hîm dibîne pesend kir.

Li gorî têgeha IHRAyê, antîsemîtîzm têgihîştinek taybet a Cihûyan a ku bi kîndariya li hember Cihûyan xwe nîşan dide ye û di şêla wê ya cureyên gotinî û hebûnî de kesên cihû an ne cihû û mal û sermiyan û dezgeh û perestgehên wan heye.

Rexnegirên pêşnûmayasayê angaşt dikin ku ev têgeha ku ji hêla IHRAyê ve tê piştgirîkirin, bi astengkirina hin rexneyên li ser Dewleta Îsraîlê, astengiyan li ser azadiya ramanê dike.

Dijberên pêşnûmayasayê jî endamên Encumena Nûneran, bi hewldana bi lez a pesendkirinê azadiya axaftinê ya li kampusên zanîngehên DYAyê sînordarkirinê, tawanbar dikin.

Endamê Encumena Nûneran ê Demokrat Jerry Nadler ku yek ji dijberên pêşnûmayasayê ye, destnîşan kir ku rexnekirina Îsraîlê bi tena serê xwe cihêkariya binpikirina yasayê nîne.

Ji aliyê din ve ji bo ku ev pêşnûmayasa bikeve praktîkê, divê ji aliyê Senatoyê ve jî bihê pesendkirin, lê belê ne diyar e ka Senato wê pesend bike ya na.

Ger Senato pesend bike, wê pêşnûmayasa ji bo îmzeyê ji Serok Joe Biden re bihê şandin û piştre bihê weşandin.