Endamekî Meclisa HDPê hat girtin

Endamekî Meclisa HDPê hat girtin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, endamê Meclisa Partiyê yê HDPê Ozcan Teker ê li Stenbolê hatibû binçavkirin bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" hat girtin.

Di agahiyên hatin dayîn de hat diyarkirin ku Ozcan Teker di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê de di 23yê Hezîranê de li Esenyurta Stenbolê li atolyeya tekstîlê ya ku lê dixebitî hatibû binçavkirin.

Tekerê ku ji bo Gerînendehiya Polîsan a Tekîrdagê, piştî îfadeya li dozgeriyê, ji aliyê dadgehê ve sewqî dadgehê hat kirin. 

Her wiha hat zanîn ku Teker ji bo Girtîgeha Tîpa T ya Muratliyê hatiye veguhestin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin