Erdogan li ser bûyerên hilbijartinê axivî: Xwe bi xwe provokasyonê dikin!

Erdogan li ser bûyerên hilbijartinê axivî: Xwe bi xwe provokasyonê dikin!

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê û namzedê Tifaqa Cumhur ê hilbijartinên 14ê Gulanê yên serokomariyê Recep Tayyip Erdogan, îro 8ê Gulanê li ser bûyer û êrîşên ser partiyên opozîsyonê di dema xebatên hilbijartinê de axivî.

Erdogan di mîtinga xwe ya Edirneyê de, li ser êrîşa bi keviran a li Erziromê bo alîgirên CHPê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û bûyerên din ên beriya hilbijartinan rû didin got ku partiyên opozîsyonê xwe bi xwe provokasyonan dikin.

Erdogan wiha axivî: “Xwe bi xwe bê şerm bi provokasyonan bûyeran çêdikin û hewl didin navên bajarên me reş bikin. Wê nikaribin milet bînîn van lîstikên xwe yên kirêt.”

Hêjayî bibîrxistinê, tenê 5 roj mane ji hilbijartinan re û êrîşên ser helmetên hilbijartinê yên partiyan zêde bûne ku tansîyon di çend rojên dawî de gelekî bilind bûye û metirsiya derketina aloziyên mezin beriya hilbijartinan çêbûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin