Erebistana Siûdî êrîsa Tirkiyê sermezar kir

Erebistana Siûdî êrîsa Tirkiyê sermezar kir

PeyamaKurd – Erebistana Siûdî êrîşa Sîdekanê ya Tirkiyê ku 2 fermandarên pasevanên sînor ên Iraqê hatibûn kuştin şermezar kir.

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel bin Ferhan, di pêwendiyeke telefonî ya ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên de, sersaxî xwest û li ser binpêkirina serweriya Iraqê ya Tirkiyê de hevnêrîn bûn.

Di daxuyaniya piştî pêwendiya herdu wezîran de hat diyarkirin ku Tirkiye bi binpêkirinên xwe aştiya herêmê dixe xeteriyê.

Wezareta Derve ya Iraqê beriya niha jî ji welatên Erebî daxwaz kiribû, ji bo derxistina hêzên Tirkiyê ji nav Iraqê fişarê li ser deshilatdariya Tirkiyê bikin.

Fûad Hûsên ji hevtayên xwe yên Misir, Urdin û Kuwêtê û ji Yekîtiya Erebî jî li ser destwerdan û êrîşên Tirkiyê piştgirî xwestibû û daxwaza hevkariyê kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin