Ermen li dijî pêşlihevkirina diyarkirina sînorê Azerbaycan û Ermenistanê dertên: 30 kes hatin desteserkirin

Ermen li dijî pêşlihevkirina diyarkirina sînorê Azerbaycan û Ermenistanê dertên: 30 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Hat diyarkirin ku li Ermenistanê polîsan hêrişî xwepêşandêrên ku li gundê Kirants ê herêma Tavûşê ku ji bo protestokirina pêvajoya diyarkirina sînorê Azerbeycan û Ermenîstanê rê girtibûn kiriye û di encamê de 30 çalakvanan desteser kiriye.

Di daxuyaniya Beşa Çapemeniyê ya Polês a Ermenîstanê de hate gotin ku “Ji gundê Kirantsê 30 xwepêşanderan anîne navenda polês.”

Rêxistina sivîl a bi navê Ji bo Welat Tavûş ragihand ku welatiyên Kirantsê danê sibehê ji ber rê girtibûn, bi tundî hatine binçavkirin 30 ji wan kesan hatine desteserkirin û ew arasteyî navenda polîsan a bajarê Îcewanê kirine.

Çalakgeran diyar kirin ku di nav kesên hatine binçavkirin de Parlamenterê Hayastanê yê muxalefetê Garnik Danielyan jî heye û diyar kirin ku gelek endamên asayîşê hatine gund.

Komîsyonên taybet ên Ermenîstan û Azerbaycanê di derbarê diyarkirina sînor de pêşlihevkirinek ku sînorê her du welatan di navbera çar gundên Ermenîstanê û çar gundên Azerbaycanê de derbas bibe, ku di nav wan de gundê Kerants jî heye girêbestek îmze kiribûn.

Li gor vê pêşlihevkirinê, tê pêşbînîkirin ku sînorê her du welatan li gor Yekîtiya Sovyetê ya berê ya her dû komaran bê xêzkirin.