PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir, "Me derbeyek kujer li Îranê da ku tu welatekî din nikaribû bikira."
Trump di hevpeyvînekê de roja Duşemê (9ê Adarê) di hevpeyvînekê de bi Fox News re got, "Hemû welatên herêmê ji Îranê ditirsiyan, lê êdî rewş ne wisa ye ji ber ku me derbeyek kujer li wan da ku tu welatekî din nikaribû bikira."
Trump îdia kir ku Îran armanc dike ku Rojhilata Navîn kontrol bike û got, "Îranê 1200 moşek avêtin welatên herêmê."
Di derbarê hilbijartina rêberê nû yê Îranê de got, "Ez ji hilbijartina rêberê nû yê Îranê ne kêfxweş im."
Donald Trump zêde kir ku hemû keştîyên Îranê hatine binavkirin û bi qasî ji sedî 80ê avêtkerên moşekên wê di operasyonên leşkerî de hatine hilweşandin.