Kobanî | Dewriyeya sêyemîn a Rûs-Tirk jî hat protesto kirin

Kobanî | Dewriyeya sêyemîn a Rûs-Tirk jî hat protesto kirin

PeyamaKurd – Îro 18ê Mijdarê dewriyeya 3yemîn a hêzên polîsên leşkerî yên Rûsî û artêşa Tirkiyê li dorûbera bajarê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê encamdan.

Dewriyeya Rûs-Tirk ji gundê Mersmêle yê Rojhilatê bajarê Kobanîyê destpê kir û piştre bi herdu alîyan ve berê xwe dane gundê Taşlok ê başûrê rojhilatê Kobaniyê û careke din ew wesayîtên leşkerî vegerîyan xala ku dewriye dabûn destpêkirin.

Hat ragihandin ku dema dewriyeyê xelkê gundewarên Kobaniyê careke din li dijî wê gera leşkerî nerazîbûna xwe nîşandan û kevir barandin ser wesayîtên Rûs û Tirkiyê.

Li gorî zanyariyan wesayîtên Tirkiyê dema protestoyan berê xwe dane nav sivîlan û lingê jinekê jî di encamê şikestiye û birîndar bûye. Herwiha di dîmenan de hat xuyakirin ku wesayîteke polîsên leşkerî ya Rûsî jî molotofek lê ketiye û agir pê ketibû.

Dewriyeyên çavderiyê yên Rûs-Tirk di çarçoveya rêkeftina Soçî ya 22yê Cotmeha 2019an de pêk tên ku Rusya û Tirkiyê biryar dabû ku hêzên YPG/HSDê ji sînoran bidin vekişandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin