Senatorekî rûsî: Ji ber çalakiyên Tirkiyê Îdlîb bûye kana terorîstan

Senatorekî rûsî: Ji ber çalakiyên Tirkiyê Îdlîb bûye kana terorîstan

PeyamaKurd - Senatorê rûsî Cabbarov diyar kir ku, di têkoşîna li dijî terorê de, Tirkiyê berpirsyariyên xwe nayîne cî û ji ber çalakiyên artêşa Tirkiyê Îdlîb bûye kana terorîstan.

Senatorê Vladimîr rûsî Cabbarov, derbarê rûdan û pêşhatên dawîn  deli Îdlîbê û êrîşa li dijî hêzên Tirkiyê ji medya rûsî re axivî û got, ji ber tevgerên hêzên artêşa Tirkiyê (TSK) Îdlîb bûye kana terorîstan.

Cabbarov got Tirkiyê terorîstan diparêze, “Îdlîb bû kana terorîstan û ev yek zêdetir jî ber Tirkiyê û helwesta Tirkiyê pêk hat. Tirkiyê di warê têkoşîna li dijî terorê de biberpirsyarî tevnagere. Ev jî tê wateya ku wan (terorîstan) diparêze.”

Cabbarov destnîşan kir ku ne tenê li Tirkiyê divê li tevahiya herêmê dev ji van çalakiyên xwe berde ku, ev çalakî hem bo Sûriyê û hem jî bo tevahiya herêmê gef û metirsiyan çêdikin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî êrişa esmanî li dijî Tirkiyê ku li gorî daxuyaniyên fermî, di encamê de bi kêmanî 33 leşkerên Tirkiyê hatibûn kuştin Rûsyayê daxuyaniyek dabû û eşkere kiribû ku hêzên esmanî yên rûsî beşdarî wê operasyonê nebûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin