PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 21ê Hezîrana 2021ê pêşwazî li Cîgirê Rêveberê Giştî yê Sindoqa Neteweyên Yekbûyî bo Nişteciyan (UNFPA) Ib Petersen û şanda ligel wî kir.
Di civînê de li ser pêşvebirina hemahengiya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Sindoqa Neteweyên Yekbûyî bo Nişteciyan bi armanca pêşvebirina berdewamiya nişteciyan gotûbêj hat kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da ji bo piştevaniya bernameyên Neteweyên Yekbûyî ji bo pêşvebirina nişteciyên Herêma Kurdistanê û baştirkirina rewşa tendirustî û perwerde û pêşvebirina serweta mirovî.
Di hevdîtinê de herwiha behsa girîngiya rêgirtina tundiya malbatî û baştirkirina rewşa malbatan hat kirin ku bingeha girîng a civakeke tendirust e.
Di beşeke din a civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser girîngiya encamdana amareke zanistî ya nişteciyên li Herêma Kurdistan û Iraqê bi hemahengiya ligel Neteweyên Yekbûyî, bi mercekî ku divê di dema encamdana amaran de ew yek li ber çavan were girtin ku li hinek deverên Iraqê, bi taybetî li deverên ku ji Herêma Kurdistanê hatine veqetandin, guhertina demografiyê hatiye encamdan û bi sed hezaran kes nişteciyên wan deveran ji ber şer û nearamiyê, cih û warên xwe bi neçarî bi cih hiştine û kesên din anîne cihên wan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin