Fidan û Ferhan dê li ser hêsankariya vîza bo Erebistanê biaxifin

Fidan û Ferhan dê li ser hêsankariya vîza bo Erebistanê biaxifin

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan û wezîrê hemkarê wî yê Erebistana Saûdiyê  Prens Faysal bin Ferhan roja Çarşemê li Ankara dicivin.

Herkes pabende ku her dû wezîr li ser vîza welatiyên her dû dewletan biaxifin da hêsankariyê bixin karê vîzeyan.

Civîna navbera her dû wezîran û heyetên wan ya 3.em e ku dê bêkirin. Peymana vîzeyê ya ku li serê tê axaftin ewe ku xwediyê pasaportên sor an ku yên dîplomatîk û yên pasaportên taybet (kesk) karibin bê vîza herin û werin her dû welatan.

Konseya her dû dewletan di bin baskê wê de 5 komîteyên bin hene ku ew jî komita siyasî, leşkerî, çandî, civakî û bazirganî ye.