Fraksiyonên Iraqê hilwesandina parlamento û hikûmetê dixwazin

Fraksiyonên Iraqê hilwesandina parlamento û hikûmetê dixwazin

PeyamaKurd – Piştî civînên navbera fraksiyên partiyên siyasî yên Iraqê biryar hatiye wergirtin ku şansê dawî bidin hikûmeta Serokwezîr Adil Ebdulmehdî û heger nekaribe daxwazên xwepêşanderan pêk bîne jî hikûmet û parlamen herdu werin hilweşandin.

Heta niha hejmara qurbaniyên xwepêşandanên dijî gendelî, xizmetguzariya xirab, ‎hikûmet û desthilatê, ‎gihîştiye zêdeyî 300 kuştî û 13 hezar birîndaran û xwepêşandan hîn jî berdewam dikin.

Herî dawî Fraksyona Nehcî ya Wetenî li Parlamentoya Iraqê ragihand ku divê di dema 30 rojan de parlamento û ‎hikûmet bê hilweşandin û yasayeke nû bo hilbijartinê were derxistin.‎

Serokê Fraksyona Nehcî ya Wetenî li Parlamentoya Iraqê Emar Tuime roja Şemiyê li Bexdayê di civîneke ‎çapemeniyê de got, ew daxwaza hilweşandina parlamentoyê dikin ku dibe sedema hilweşandina ‎hikûmetê di dema 30 rojan de.

Tuime da zanîn: “Di wê demê de divê yasayeke nû bo hilbijartinê bê derxistin ku ‎ligel daxwazên civakê guncaw be.”‎

Emar Tuime diyar kir: “Divê encûmeneke şareza û bîrmendan were pêkanîn û kar bike bo danîna ‎çareseriyeke stratejêk bo krîzan û serpereştiya qonaxa demkî bike, herwiha divê di wan 30 rojan de ‎komisyoneke nû bo hilbijartinan bê pêkanîn û destûr ji aliyê parlamentoya nû ve were serastkirin.” ‎

Emar Tuime destnîşan kiriye ku divê çek tenê di destê dewletê de bin û hêzên emnî û xwepêşander pabendê ‎parastina xwîna Iraqiyan bin.‎

Li gorî zanyariyan, hemû fraksyonên bi bandor Iraqê şeva Îna derbasbûyî civiya ne û ‎hemûyan lihev kirine ku derfeta dawî bidin hikûmet û aliyên siyasî ji bo pêkanîna ‎reforman, nehiştina ‎gendeliyê, cîbicîhkirina daxwazên xwepêşanderan û serastkirina destûrê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin