PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Fransayê ve hat ragihandin ku ew êrîşên moşekî yên Rusyayê ku îro li dijî Ukraynayê hatin kirin, şermezar dikin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku di êrîşan de cih û warên sivîlan hatine hedefgirtin û binpêkirinên mafên mirovan pêk tên.
Hat diyarkirin ku Fransa dê ji bo xweparastinê alîkariya Ukraynayê berdewam bike û hat eşkerekirin ku ji bo ku Rusya ji ber êrîşên xwe were darizandin, dê Parîs, piştgiriya dadgehên Ukraynayê û Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî berdewam bike.
Her wiha hat diyarkirin ku êrîşên Rusyayê bi zanebûn cihên sivîlan kirine hedef û bûne sedema binpêkirina mafên mirovan û tekez kir ku ev rewş nayê qebûlkirin û bê siza namîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin