PeyamaKurd – Ji ber teqînekê, li nevçeya Daqûq a Kerkûkê şeva borî leşkerekî Iraqê ji ber teqîna bombeyekê can da û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyên xwecîhî, derengiya şeva borî, li gundê Tamûr ê sînorê navçeya Daqûq a ser bi parêzgeha Kerkûkê bombeyeke vedayî di wesayîteke artêşa Iraqê de hate teqandin. Ji ber wê teqînê leşkerekî can da û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.
Herwiha hat ragihandin, birîndar bo nexwaşxaneyê hatin veguhestin û hêzên ewlehiyê pişt re çûn wî gundê teqîn lê pêk hat.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin