Rojava | 6 kesan can da, 77 kesên din bi koronayê ketin

Rojava | 6 kesan can da, 77 kesên din bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên borî de 6 kes ji koronayê mirine û 77 kesên din jî pê ketine.

Di daxuyaniya li ser navê Hevserokê Desteya Tenduristiyê,Dr. Ciwan Mistefa hatiye belavkirin de, hat diyarkirin ji 6 kesên can dane, 3 kes ji Şehbayê, du kes ji Qamişlo û kesek ji Hesekê ye.

Ji 77 kesên bi vîrusa korona ketine jî 42 mêr û 35 kes jî jin in ku 9 kes li Hesekê, 9 li Dêrik, 7 li Qamişlo, kesek li Amûdê, 5 li Kobanî, 11 li Reqa, 9 li Tebqa, 23 kes li Şehba û 3 kes jî li Minbicê ne.

Tevî van amarên dawî hejmara pêketinan li Rojavayê Kurdistanê û herêmên kontrola Rêveberiya Xweser gihîşt 7,031 kesan, ya mirinan bû 195 kes û heta niha 1032 kes jî baş bûne.

Hêjayî gotinê ye, Rêveberiya Xweser ji ber zêdebûna belavbûna vîrusa koronayê li herêmên jêr kontrola xwe qedexeya giştî ya qismî ragihandiye ku ev yek jî bûye sedem ku li nexweşxaneyan qelebalixiya zêde çêbûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin