Generalê Amerîkî: Vekisîn mesrû ye û sedemên wê yên girîng hene

Generalê Amerîkî: Vekisîn mesrû ye û sedemên wê yên girîng hene

PeyamaKurd – Generalê Amerîkî Mark Kimmitt di paneleke bi sernavê "Vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê” de got, vekişîna ji Sûriyê meşrû ye û sedemên wê yên erênî û girîng hene.

Kimmitt dijberên vekişînê rexne kirin û diyar kir, “Nêrîna min a di nivîsên xwe û televizyonan de dibêjim, eynî ye. Di vekişîna Amerîkayê de sedemên meşrû, girîng û erênî hene.”

Kimmitt daxuyakirin ku ne pêkan e DAIŞ bi temamî were tunekirin û hevpeymaniyê rêxistin bi qasî ku nikaribe bibe gefeke mezin bi paşde xistiye û li ser hevkariya digel YPGê jî wiha axivî: "Divê feraseta şirîkê Amerîkayê yê cesûr û demokratîk a YPG ye bê nîqaşkirin.”

Kimmitt bal kişand ser ku pêwendiya Amerîkayê ya digel YPGê ‘demkî, karîger û taktîkî’ ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin