Guterres, endîse dike ku Rûsya ji peymana korîdora dexlê vekise

Guterres, endîse dike ku Rûsya ji peymana korîdora dexlê vekise

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres di civîna çapemeniyê de ragihand ku ew endîşe dike Rûsya ji peymana korîdora dexlê vekişe. Guterres got ku ji bo peyman dewam bike wê xebatên xwe dewam bikin. Antonio Guterres, axaftina xwe li ser ku wê wextê peymanê di meha bê ya temmûzê de biqede ragihandina xwe kir. Li ser mijara endîşê Guterres got:

“Raste ez endîşe dikin ku Rûsya ji peymanê vekişe lê eger xebat dewam bike û ji bo pêdiviyên Rûsyayê hêsankarî bibin, em zêde dixebitin.”

Li ser krîza dexlê ya seranserê cîhanê, NY, Rûsya, Tirkiye û ÛKrayna ji bo îxracata dexlê ya ji Ûkraynayê bi hev re peymana dexlê ya Îstenbolê îmze kiribûn.

Peyman di 18 ê meha temmûzê de diqede û cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Verşinin gotibû ji bo dirêjkirina peymanê ew ti şertan nabînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin