Li Îranê 9 kesan di lehiyê de can da

Li Îranê 9 kesan di lehiyê de can da

PeyamaKurd - Li Başûrê Îranê barana zêde lehî rabû ku hat ragihandin 9 kesan ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest daye.

Berdevkê beşa lezgîn ya Îranê Mucteba Xalidî ragihand ku li eyaletên Bûşêher û Hurmuzganê 9 kesan di lehiyê de jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha hat diyarkirin ku ji bilî herdu eyaletan li Îsfehan û Xûzistan jî lehî rabûne û ziyan gihîştiye herêmên lehiyê û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Sala borî jî di mehên Adar û Nîsanê de,  lehî rabûbûn û ji 31 eyaletên Îranê, li 25an ziyanên mezin çêbûbûn ku  herî kêm 76 kes jî miribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin