PeyamaKurd- Li bajarê Wanê bi sedema ku xelk li xwe miqate nîne, tedbîrên li hemberê koronavîrusê bicîh naynin, asta nexweşînê derket dereceyeka tam talûke. Li ser balevbûna nexweşînê, parêzgeha Wanê mecbûr ma tedbîrên xweparastinê zêde bike. Xelk mesafeya navbera xwe naparêze û maske nadeyne ber devê xwe.
Li gor tedbîrên nû yên li dijî Kovid-19 ê; parêzgeh bo kesên di ser 65 salan de bo tevlîbûna nîşan, dawet, sunnet û mewlûdê qedexeyê danî. Sietên bo siwarbûna erebeyên ku rêwiyan bi awayekî komkî dibin, hat sînorkirin. Polîs û cendirme li nav bajêr û navçeyan diğerin da xelk tedbîran cîbicîh bike.
Bajarê Wan ê di nav bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê de, di nava 10 bajaran de ye ku pandemiya koronavîrusê lê herî zêde ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin