PeyamaKurd – Bombeyek li ser rêya Kerkûk û Silêmaniyê hat pûçkirin.
Li gor berdevkê polîsê Kerkûkê Amir Nûrî diyar kiriye, şeva borî li ser rêya Kerkûk-Silêmaniyê û nêzîkî rêveberiya trafîka Kerkûkê, bombeyek hat dîtin û pûçkirin.
Amir Nûrî da zanîn, ji ber wê yekê, nêzîkî saetekê rê hat girtin lê piştî pûçkirina wê bombeyê, dîsa rê hat vekirin.
Efserê polîs destnîşan kir, li ser çawaniya danîna wê bombê û yên ku danîne, lêkolîn û lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin